Sereke / Nivîs / Çirûskên Çavên Wê

Çirûskên Çavên Wê

 

Avaşin

Tabûra  şehid Dîyarxwe ji bo piratîkeke dijwar amede dikirin. Ewçendrojbûntabur di navatevgerê de bû. Di wêheftadawiyêdeberîku li Kobaniyêdest bi piratîkêbikinjiboku der doraxwenasbikinkeşfa xwe dikirin. Ciyê nû nas dikirin lê her der ji wanra naskirî dihat qet xeribî jiyan nekirin. Bi roj rûdiniştin û çirokên şer ji hevalên xwe yê ku beri wan di nava berxwedaniyêda çigirtibûbi baldari guhdar dikirin. Her şev nebêji lêPirani şevên xwe dilan li dora agir bi hevra digirtin. Ji xwe di çanda tevgera azadiya kurda ev tişt heye. Şervanên azadiyê beri ku biçin çalakiya xwe dîlan digerandin. Li vir li kobaniyêjîev çand derbasdare.

Jina ciwan mitra ya kû ji bajarê mako yê  di nava hevalên  tabûrê de bi kêf û coş bû. Wan li dora agir dîlan digerandin û ji bo ku gundên kobaniyê ji çeteyên daiş ê paqij bikin, amedkariye pevçûnên geran dikirin.Mîtrabi çavên tiji çurûsk li wan tameşe dikir. wê rojê, şeva ku beri dest bi piratikê bikin, Mîtra çend keziyên zirav di nava porê xwe yê dirêj de hûnandibûmirov digot qey xwe ji bo cejnê amede kiriye. Tevgera wê ya narin bala her kesi dikşand. Wê şevê ew hevalên xwe  agireki mezin dadabûn. Şev ne şeva newroz bû lê agir agirê newrozê bû.

Bi çend hevalên xwe ra li kêleka agir rûniştibû.ronahiya agir dabû ser ruyê wê.Bi rûkeniyeki li der dora xwe dinêri. Ew li ber agir rûniştibû lê li gelek ciyan digeriya, çiya dahat bîra wê.

Gundê milê nû hatibû rizgar kirin,gundên kobaniyêdi bihara 2015 de gelek dişibihi çiya.Ew rojên ku gavên wê yê sivik wê ji lotkeyeki çiyayê kurdistanê dibir lotkeyeki  din dihat  bira wê. Her tişt li pêş çavê wê zindi dibûn.  weke miroveki bi azmûn aram roniştibûû li hevalan tamaşedikir,ew li gel xwe dibirin rojên rabirdûû vedgeriya roja niha ji bo rojên dahatû.bi tevgera xwe ya narîn ya kû hindirê mirovan aram dike li hevalên xwe tamaşe dikir.  dilana li dora agir, weke agir geş dibû.Andamên tabûra şehid Azad bi gişti li dora agir kombûn ûxelekek mezin li dora agir çêkirin, bi yek ruhi dilan digerandin. hevalên wê yên tabûrê dema ku di ber wê ra derbas dibûn bi çavên xwe, bi dengên xwe ew dewetî dîlanê dikirin  lê ew dikeniya û bi tevgera xwe ya ciwan ji wan ra digot jixwe ez bi wera govend digerinim, lê li we tameşekirin hîn xweştire. Dilê wê ranedigirt ku hevalên xwe bişkine û kêm beji diçû destên wan digrit û bi yek ruhi wêneyeki yekgirti xiz dikirin.

wê şevê hemû sitranên ku dizanibûn weke çemeki zelal di nava gunda herikandin.Bi dengê stranê xwe ra di nava yek ahengê de xwe hildavêtin weke yek dili bi yek ritimî tevger dikirin. Sitranên wan li gund deng vedida. gundê ku di nav kulik û çiçekên biharê de xemili bû, xemla wêbi şervanê azadiyêhin zêdetir bibû. Mirov digot qey strana wan bi yek dengi di yek zenglokê da der diket.

Stran, govend ew dibir gelek derên ku biraninên wê li wir zindiye û li gelek deman ew dibir û diani. Li ruyê hemû hevlên xwe di nava dilanê de dinêri. her yek di dilê wê da dihat çandin. hema xwe ji nava dilanê derxist û çû milê din dakû hîn baştir wan bibine. Dema ku Mitra li Şehid Welat Afrin, şehid Nûman, şehid Ardal Colemêrg, şehîd Bêritan, şehîd Mûrad, şehîd Xebat, şehîd aryan, şehîd Amara wan Şiyartameşe dikir  dilê wêgovend digerand, çîçekên gund Mîlêdilan digerandin darên, zeytonê gund, qûçên wê, kaşên wêdişan digerand.

Tabûra şehid Diyar wê şevê govenda xwe qedandin û dest bi govendeki din kirin.Mîtra bi hevalên xwe ra derbasi cebhên pêş ya ku şer lê girane bû. Her roj heval mîtra bibaldari gelek azmûnên şer û yê jiyanê digirt. Mitraya di nava şerê giran yê li diji daiş şerkerki netirs bû, di nava hevalên xwe da ji her ciyê aramiyê bû. Di nivenga şer da  Rojên giran, rojên har derbas dibûn lê wan bi hevra govenda diroki gerandibû wan li dora agirê newrozê govend gerandibûn. Roj çiqas zehmet û har bin ew ewqas bi hêz bûn.

Ew jivir diçûn wirû ji wir ji diçûn çiyeki din. her di nava tevger de bûn. Di demeki kin de gelek cih naskirin.Erdnigariya kobaniyê hinek ji ardnigariya ku ew lêji dayk bûye û piştra lê maye cuda bu lê wê li vir gelek hevalên xwe wênda kirbu êdi ev erdnigari parçeyek ji hebûna wê ye. Wisa ji hevalên xwe ra digot:”cilên me çawa dibin bira bibin, ciyê me çiqas bê gohartin bira bê gohartin, doza me her ew doze jixwe em li kobaniyê ne tam em hatine ciyê xwe”.

Mîtraya narîn bi hevalên xwe ra barê şoreşêkê rakirbû. Her çendi kû hevala me bi xwezaya  xwe narin û arambû lê lidi heman demê de jineke bi hêzbû li hember dirndeyn mêr yêherî xeter rawastiyabû û şer DAİŞ dikir. Ji bajarê Mako ta bajarê Kobaniyê doza jin hilgirtibû. Ew ji weke gelek hevalên xwe yê jin  baş dizanibû ku bi çeteyên hovra şerkirin berî her tiştî karê jinê ye. Daiş ûê weke wan zebaniyên ku li hemberi jinê hatine afrandineş.  Mîtra bi hevalên xwe re rêwîtiya heqîqetê dikirin ü li hemberi van zebaniyan şer dikirin. Temenê wê gêncbû lê doza wê doza salên dirêj ya jinan û jinêbû.

 

NAVENDA RAGIHANDINA YPJ ê

12 – KANUN – 2015

 

Wana jî binêrin wê baş be

Deriyê Firatê Kelha Duser (Caber)

Kelha Caber an jî binavê xwe yê berê Duser. Kelha Duser hezar û 400 sal …

Comments are closed.