Sereke / Nivîs / Berfîna Kobanê

Berfîna Kobanê

 

ypj nuSonda Welat

Hevala Berfîn hevaleke çeleng û ciwan bû. Weke gula Berfînê wê jî serî li hember zorahiyê hilda bû. Ew keça axa Kobanê bû. Li ser wê axê fêrî welatperweriyê bû,fêrî wêrekiyê bû. Berfîna kobanê ji gondê Aşmê yê ku dikeve başûrê kobanê bû. Hîna temenê wê biçûk bû bi şoreşa Rojava bandor bibû. Dema ku ciwan li kobanê şehîd diketin wê jî xwe di rewşekî wisa da didit ku ew erkdare ku tola wan rake.  Berfîna kobanê di 15 tebaxê de tevlî nava refên şoreşa Rojava dibe. Hevala Berfîn giringiya vê rojê dizanibû ji ber wê ev roj ji bo tevlîbûnê xwe ya nava şoreşê hilbijart.heval Egît mermîya yekimîn teqand û çalekiya xwe li tiji dijminê mirovahiyê dest bikir. Çalakiya 15 tebaxê gelek serkeftî bû. Berfin dixwast di riya xwe ya nû bi qasi wê çalakiyê serkeftî be.

Keça ciwan û çeleng navê berfîn ji bo xwe hilbijart. Di riya xwe ya nû de ê weke Berfînekê tevbigeriya. Ew li ser şopa şehîd Berfîn mirova xwe bimeşiya. Hevala berfîn perwerda xwe li gundê Alîbelûr  dît. Şehîd Berfîn yek ji şagirtên tabûra şehîd Xebat bû.  Wê perwerda xwe di dewreya şehîd Avêsta. Berfîn di perwerdê de gelek bi baldarî tev digeriya. Bi roxmî ku nuxaşiya wê hebû û nikanibû rehet werzîş bikira lê dîsan xwe ji werzîşê qot nedikir û bi qasî ku dikanibû  bi hevalên xwe ra di nava werzîşê dabû. Dema ku êdî nema dikanibû bi hevalên xwe ra dewam bike, xwe hinek dida paş lê dîsan vedigeriya gel hevalên xwe. di perwerda birdozi de ji heman tişt raber dikir. di demekî kin de gelek tişt fêr bû. Bi baldarî li perwerde guhdar dikir. wê dixast ku her tiştî fêr bibe. Ew şervanekî YPJ bû pêwîst bû gelek tiştan bizanibe û di derbarê her tiştî de xudî agahî be. Berfîn hevalek xwendevan bû ji bo hevalan gelek belege ji arebî wergerî kurdî dikir. hevala Berfîn ji bo hevalên xwe jî dibû alîkar. Bi her kesê ku nizanibûn binivîsînin re di bo alîkar û wan fîrî xwendin û nivîsandinê dikirin. Hevala berfîn her tiştên ku fêr dibû ji bo hevalên xwe şîrove dikir.

keça çeleng bi hêminiya xwe dihat nasîn pir zêde nediaxifî . ger axifiya jî wê demê têr û tijî diaxifî. Gelek car wê behsî hevalên ku gundê Aşmê diprêzin dikir. hina ew di perwerdê da bû hevalê Andok şehîd ket. Heval Andok yek ji hevalên ku gundê Aşmê erka parstinê dikir. Hevala Berfin gelek car behsi hevalê Andok dikir. ji ber wê gelek pê bandor bû. Berfîn car din soza tolhildana şehîdan li perwerdê da ew gelek bi hevalê Andok ra girêdayî bû.

Berfin bi kesayeta xwe ya kolektîf dihat nasîn. Tu car bi hevalekî tenê ra tevger nedikir ew her bi tevahî hevalan ra bû. Demek kinbû tevlî nava şoreşê bibû lê weke şoreşgerekî kevin tevdigeriya ew mirovekî komînîst bû. Dema ku heval komî ser hev dibûn her jê dixastin ku ew bi dengê xwe yê zelal û xweş stran ji wan ra bêje. Wê tu carî xwestekên hevalên xwe red nedikir ji ber wî her dem bi dengê xwe yê zelal û şîrîn  sitran weke cemekî diherikand.

 

Berfîn di perwerda şervanê nû de gelek dihat hez kirin. Wê jî ji hevalan hez dikir. Ewqas bi hevalan da hatibû girêdan dema ku bı çend deqan dûrî hevalûn xwe dıket hedara wê nedihat heman dixwast vegerê ciyê xwe. Roj li dewreya şervanê nû zû derbasbûn. Berfîn hîn ji wan rojan têr nebibû, hîn ji dîtina hevalên xwe têr nebibû. Rojên perwerdê bervî dawîyê dihat. Keça por dirj xemgîn dibû ji ber ku wê veqetîn bikeve navbera wê û hevalên wê yê dewrê. Ya rast berfîn him xemgîn bû him jî kêfxweş bû ji ber ku ê derbasî cebhên şer bibûya û wê derfetên tolhildana şehîdan bi destê wê keta. Dîsa jî qotbûn zore.

roja dawiyê hat. Hevala Berfîn xwe ji bo ferzan amede kirbû. Dilê wê xemgîn bibû li xwe zêde ne dida diyar kirin. Lê hemû hevalên wê dizanibû ku Berfîn êşa qotbûnê dikşîne. Xatir ji hevalên xwe xwast û bercî qadên nû birêket. Bervî ciyê ku wê dixast, bervî qadên parastin ve birêket. Birêket û hez kirna hevalan bi xwe ra bir dakû li wê qada nû bi hevalên xwe yê nû re heman hez kirinê par veke.

NAVENDA RAGIHANDINA YPJ.

6 -KANUN – 2015

Wana jî binêrin wê baş be

Deriyê Firatê Kelha Duser (Caber)

Kelha Caber an jî binavê xwe yê berê Duser. Kelha Duser hezar û 400 sal …

Comments are closed.