-Dayê jibo çi ev rezalet û bê edalet
Çaxê ez ji te re çêbûm tu ji şerma re li ber xwe ket
Ji qehr û acizbûnê tu bi nav serê xwe ket
Dengê te hat guhên min dema te got
Ev çend salin min lawik dixwest
Lê mixabin keda min tim li ber bayê di ket
-keçamin
Hingî min dît zor û zehmetî
Min nexwest tu jiyanke bi koletî
Jibo nebîne tiştên min dîtî
Ez ser te aciz bûm bi dînîtî
-dayê
Çima hûn dimeyzênin li kur wek melaîket
Û jinê dibînin wek pîr evoka bê romet
-keçamin
Were ji tere bêjim dîroka xwe
De tu bipejrîne riya xwe
Û çareserke pirsgirêka min û xwe
Keça delal û ciwan
Berî çend hezar sal li min denerîn mîna xwidan
Ji min re dikirin nimêj û pêşkêş dikirin qurban
Ez di xebitîm min ji êşan re çêdikir derman
Min mirovahî fêrdikir çandinî û çêkirina nan
Min agir dada ronî kir tariya şevan
Gava mêr diçû dikir kûştin û nêçîr
Min kedî dikir her heywan û teyir
Min ji wan digirt pirtik, hirî û şîr
Min çêdikir nivîn, cil, mast û penîr
Min qet nekir kûştin û tu car ne rêjande xwîn
Lê li min geriya felek û dewran
Hinek hatin ez bi saxîtî kirim tirban
Hinek hatin ez firotim bi derhem û zêran
Hinek hatin ez bi kar anîm jibo anîna zarokan
Hinek hatin ez veşartim bi heya çavan
Hinek hatin ez xistim xizmeçî li malan
-Dayê
Çima li hember vê zilmê mayî bê deng?
Ji jinên bindest re ne buyî pêşeng
Tu li ser çi di tirsiyaî ?
Li ser jiyana xwe ya bê wate û bê reng
Yan li ser pariyê nan yên didan te bi sed minet
-Keçamin
Ez dame mêr û hîn ez biçûkbûm
Bûm xwidî zarok û hîn ez bi xwe zarokbûm
Ez bûm wek pîran û hîn ez ciwanbûm
Keçamin ev bû çîroka min
Lê tu here bigere li heqîqeta xwe
Û biguherîne çîroka xwe
-dayê
Ez vaye diçime çiyayên kurdistan
Li wir heye tevgerek jibo azadiya jinan
Bi rêbertiya serokekî dide bawerî û viyan
Di xebitin jibo hemû jinên li cîhan
Şopdarên riya viyan û şîlan
Sozdarên xeta zîlan û bêrîtanin
Ew in yên ku vegerînin rûmeta jinan
Ew in yên ji mirovahiyê re bibin xwidan
Ew in yên venûkin dîroka hezarê salan
NAVENDA RAGIHANDINA YPJ.
6 – KANUN – 2015