Sereke / Nivîs / Xwînda ,Can Da û Evîn Da Welat

Xwînda ,Can Da û Evîn Da Welat

 

Avaşîn Kobanê

????????????????????????????????????

Du deryayên pêl aram bûn, Du lehiyên ji evînê bûn, du stêrkên ji find bûn çavên wê. Ew çavên wê yê reş û belek asoyên bê sînor bûn. Ew çavên wê yê reş û belek azmanekî çiksaybû hêvî û ronî bûn. Çavên wê cîhanekî pir reng bû. Ew jî rengek ji rengên Kobaniyê bû, rengek ji hebûna jinê bû. Ew dengek ji dengvedana ciwanan û rastiya jinê bû.

Xwînda Zaxros yek ji cangoriyên azadiyê ku di berxwedana rûmetê, berxwedana kobaniyê de canê xwe fedaî doza mirovahiyê kiribû. Hîn çend meh nebibûn ku ew û xwîşka xwe Sonda tevlî nava refên YPJ bibûn. Êrîşî çeteyên DAÎŞ li ser hebûn,rûmeta û jiyanê li Kobaniyê dijwar bibû. Lê ew xende bû bi roxmî hemû êş û azar, xende bû bi roxmî hemû zor û zehmetî. Xwînda zaxros xwîn da, evîn da û can da welat.

Keça çeleng hîna zêde fêrî ezmûnên şer ne bûbû û kete nava şerkî giran, lê ew zû fêrî jiyana şervantiy bibû. Her gavekî wê di jiyana şervantiyê de gavên bi wate bû, ji ber ku  wê jiyana azad ji bo xwe armanc kiribû. Wê tu çarî nikanibû bihiziriya ku wê gelê kurd li kobaniyê di bin neyrê tarîperstan de jiyan bike. Çi ji destê wê dihat dikir. Li bajarê wê ceng giran bû. Şer şerê rûmetê bû. Ew jî kaça vî bajarî bû berxwedêr û serhildêr bû. Milê xwe da milê hevalên xwe û bi wan ra destanên berxwedaniyê xîz kirin û li ser axa Kobanê çanda berxwedaniyê bi kurahî çandin.

Ji her milî ve li ser wan de agir dibarî. Çavên cîhanê hemû li ser wan bû. Her kes matmayî mabû ev ciwanana wê cawa li hember vî dijminî dirinde li berxwebidin, ew ê çawa di nava wî agirî de jiyan bikin û serkeftinê misoger bikin. Lê wêneya şervanan ji cîhanê re rûliken û avsanewî belav dibû. Xwînda jî şervanekî rû li kenbû. Xenda li ser lêvên wê tu car nediçilmisî. Ew jî weke hemû hevalên xwe yê berxwedêr bi rûkeniya xwe ya di nava wî şerî giran de dunya matmayî hîşt. Rûkeniya wan serhildanek bû li hemer her kesên ku dixwazin jiyanê li mirvahiyê tarî bikin.

Xwinda di dema şerê giran da pir bi lebat bû. Çi kar dikete pişiya wî dikir. Hîn tiliyên wê yê narîn fêrî rakirina giraniyê nebibû lê wê çeka xwe ji destê xwe danedianî. Çeqas lê dihat, ew û çeka xwe bibûn wêneyek ji ciwaniyê. Ew kuda biçiya diket mêjî û dilê hevalan. Ne gengaz bû ku hevalek ew keça esmer û xwîn şîrîn ji bîr bike. bi narînî tevdigeriya bi narînî meyzeyî hevalên xwe dikir. Nêrkizeke ku her demsal keş bû. Li kêleka narîniya xwe jî ewqas bi cesaret bû. Ew li hember dijminekî ku artêşên mezin yên xudî hemû çekên giran li hemberî nikanibûn rawestin. Xwînda bi saatên dirêj bi tena serê xwe li gel hevalekî xwe yê ku şehîd ketibû dimîne. Dijmin dora wê pêçabû lê wê hevalê xwe yê şehîd bi cî nehîşt ta ku heval hatin û hevalê şehîd ji wir birin. Xwînda tu car nehizirî ku hevalê xwe yê şehîd bi cih bihêlê ne ezmûnên wê yê şer zêde hebû ne çekên giran li gel wê hebû bi tenê wêrekî û girêdana dozê girêdana hevaltî li gel wê kûr û dijwar bû. Li hemberî Xwînda jî dijminekî ku ji seriya qot dikie tecawiz dike ji mirvahiyê tu nesîb negirtiye hebû. Dijminekî ku artêşên mezin bi çek û cebilxan lerizandiye û teslîm wergirtiye hebû. Lê Xwînda keça narîn şervana nû bi cesaret di nava agirên dijwar de li berxweda. Ew jina bi rûmet tu car ji çeteyên DAÎŞ netirsiya. Ew jî weke hevalên xwe digot mirin ji kur tê bira were rûmeta me li ser her tiştîraye. Ya jiyanek bi bûmet ya mirin. Wê wiha digot: “em îro li dijî çeteyên DAÎŞ şer dikin. Çeteyan wer difikirîn ku em ê binbikivin û radestî wan bibin. Lê ne wisaye em serdikevin. Em ê li berxwebidin, em ê bixwîna xwe û bicanê xwe li berxwebidin. Îro em weke hêzên parastina gel û hêzên parastina jin, parastina hemû gelan dikin ji ber ku çeteyên DAÎŞ ê dijminê hemû gelanin. Pêwîste hemû gelên azadî xwaz werin û pişgiriya me bikin. Em bi kilaşinkofa di destê xwe da şer ê dijiminekî ku xudî hemû derfetên çekên kirin dikin. Dîsan em biserdikivin. Dema ku çeteye dibêjin alahû akber ew difikirin ku em ê bitirsin û radestî wan bibin. Berûvajî em hîn hêz dikirin.”

Xwînda şopdarê riya heqîqetê bû. Wê qala wê şopdariyê ne dikir, lê tevahî jiyana wê, nêzkatiyên wê yê di  nava jiyanê de şîroveya vê rastiyê bû. Şoreş her dem ew dikşand nava xwe, ew jî bi her gavekî xwe ra şoreşek ava dikir.Berxwedana Kobanê hîmên şoreşa rojava diprast. Çeteyan dixwastin bi xistina kobanê hemû rojava bibin bixînin. Her wiha dixastin ji cîhanê re bêjin, vaye berxwedêrên herî mezin nikanibûn li hember min rawestin. Êdî tu kes xwe neceribîne ev cîhan ê bibe ya min. Lê şervanên YPG û YPJ parastina mirovahiyê kirin. Xwîna xwe dan canê xwe dan ji bo kû mirovahî li ser piyan bimîne. Xwînda Zaxros bi hevalên xwe ra şahidiya rizgarkirina bajarê kobaniyê kirin. Gelek kêfxweş bû cîhan têre kêfxwaşiya wê ne dikir dixwast wê rojê li ser azmanê bajarê Kobanê bifire ta ku her derê kobanê bibîne. Bi hevalên xwe ra hilkişiya ser kaşê miştenûr û bi wan çavên xwe yê xweşik li bajarê rizgarikirî tameşekir. Bajar hat rizgarkirin lê li pêşiya wan gelek gundên Kobanê mabû. Bi vî awahî hevala xwînda berê xwe da gundên ku dikeve rojhelatê Kobanê.

Şervanên YPJ û YPG gund bi gund ji destê çeteyên DAÎŞ derxistin. Xwînda jî di dema rizgarikirina gundê Solanê bû şitlek ji şitlên kurdistanê. Bû toximek û di nava axa Kobaniyê da hat çandin. Bû toximek dakû welat bi rengan bixemile.

NAVENDA RAGIHANDINA YPJ.

6 – KANUN – 2015

 

Wana jî binêrin wê baş be

Deriyê Firatê Kelha Duser (Caber)

Kelha Caber an jî binavê xwe yê berê Duser. Kelha Duser hezar û 400 sal …

Comments are closed.