Sereke / Nivîs / Evîndara Azadiyê Gulnaz Karataş

Evîndara Azadiyê Gulnaz Karataş

images - Copy - CopyGerilaya jin Gulnaz Karataş di salên têkoşîna jin ji nûve şîndibû û ajdida tevlî nava refên gerila dibe. Salên notî lêgerînên xwe yên azadiyê bi nasnameya gerilaya jin û bi meşandina şerê çekdarî û bîrdozî didomîn e.

Tişta di kesayeta şehîd Gulnaz Karataş de bala mirov dikşîne hezkirina wê ya jiyanê ye; hezkirina xwe çawa û bi kîjan rêbazan dide îfadekirin, mijara lêkolîn û mereqê ye. Çavkaniya hezkirina şehîd Gulnaz Karataş ji jiyanê re bi zanebûn bû, tenê ne girêdaneke bi hestan, an bi kevneşopiyan girêdayî bû yan seraser e. Di hezkirina wê de watedayîna pêşerojê û hêviya paşerojê heye, wate dide, bi rêgez e û alîkarî dide herkesî. Bi armanc dijî û hedefê wê jiyaneke azad e ku xeyalê her mirovekî ye. Hem li hemberî xwe hem li hemberî mirovên derdora xwe têdikoşe û weha her di dil û ramanê xwe de zindî dimîne.

 

Di salên notî de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û di şert û mercên zor de gerilayetî dike. Hem li hemberî dijminê xwe hem li hemberî zilamê ku hêz di jinê de nabîne û bawerî nade jin, şerdike. Weke jineke guneh û hêz di zilam de dibîne jiyankirin, ji xwe re napejirîne, bi tevlîbûna xwe li hemberî van nêzîkatiyan têdikoşe û rengê jineke xwedî îrade û koletiyê napejirîne ji paşeroja jina Kurd re xêzdike. Hîna şehîd neketiye di kesayeta xwe de tovên azadiyê yên ji wan re dibêjin lêgerîn zîndî dike. Destpêke tecrûbeyên wê yên şer nînin, bi israra xwe tevlî şer dibe, netenê tecrûbeyên wê çêdibin, êdî di şer de fermadartiyê dike. Bi vê serkeftina xwe ji herkesî re isbatdike ger însan tiştekî bixwaze dikare bike, ger armancên wî mezin bin dikare mezin bijî.

Şehîd Gulnaz Karataş jineke zane ye û dizane zehmetî û êş kişandin mamosteyê mirove û kêfxweşiya wan weha bi wate dibe, lê ticarî jibîrnake ku dive tu di tengaviyê de bi hevalên xwe re bibe alîkar. Hevalên xwe fêrî ziman dike, wan fêr dike ku çawa jiyanê bi rengên curbecur bixemlînin, wan dide qenaetkirin ku li kêleka çekê sazgotin çiqasî rengekî qeşenge û weha ruhê wan bextewer dike. Êdî hemû hevalên wê keç û xort bawerî didin wê ku di hemû şert û zehmetiyan de bi wan re bibe alîkar.

Jina ku dîroka jina Kurd nivîsand di şerê giran ê îxanetê de sala 1992 an fermandartî dike, hevalên wê ew rast naskirine bi wan re dibe alîkar, wan tenê nahêle û kordînatiya şer dike. Binkeftinê napejirîne û dema li girê Lêlikan ê Xakûrkê dikeve çemberê de radestbûne napejirîne, li hemberî zîhniyeta desthilatdar a ku îrada mirovan dişkîne û dest tavêje rûmeta wan bertekên wê yên îrada û rûmeta hemû jinan di kesayeta xwe de parestin dertên holê. Hîna dengê zilamê ku koletiyê li ser ferzdike û dibêje ” xwe radestbike” tê guhê wê ew çeka xwe perçedike û bi ruhekî aza xwe ji kendalên çiyayê Lêlikan tevêje û şehîd dikeve.

Êdî ne tenê dijminê wê, mirin jî li beramberî wêrekiya wê serê xwe ditewîne û ji xwe şermdike. Jina Kurd Gulnaz Karataş bi çalakiya xwe dîroka hemû jinên koletî nepejirandine û li hemberî desthilatdariyê bi lehengî şehîd ketine zindî kir. Bû hêviya paşeroja jin Kurd û bi hezaran jinên Kurd rêça wê şopandin.

Herî dawiyê di berxwedaniya Kobanê de kesayetên mîna Rêvan Rojava û Arîn Mîrkan fermandarên YPJ ê riya Gulnaz Karataş şopandin û desthilatdariya zilam nepejirandin.

Nehîr pale

 

NAVENDA RAGIHANDINA YPJ

19 – KANUN – 2015

 

 

 

Wana jî binêrin wê baş be

Deriyê Firatê Kelha Duser (Caber)

Kelha Caber an jî binavê xwe yê berê Duser. Kelha Duser hezar û 400 sal …

Comments are closed.