Sereke / Nivîs / Ey Ezman!

Ey Ezman!

This texture may not be sold without permission from the authors.

Şînahiya te bû ku min evîndar dikir

Yan jî ew ewrên te bûn ku bi azadî wenda dibûn?

Yan jî ev stêrkên te bûn ku

Min li her yek ji wan navê rêhevalek xwe yê şehîd lê kiribû?

Bêrîkirine ku min bi te ve dide girêdan

Yan jî ev evîna min a ji azadiyê re ye ku

Ez di şînahiya te ya bêdawî de dibînim?

 

Ey ezmana muhteşem!

Ey rengê evîna min a şîn!

Ez niha li te mêze dikim

Û di her nêrandinê de ez evîndarê te dibim

Çavê min di nav evîna te de wenda dibin

Weke ku evîndarek li evîna xwe temaşe dike

 

Ez di şînatiya te de wenda dibim

Û diçim serdema navîn

Diçme wê kêliya ku dest û lingên Babek têne jê kirin

Ez temaşeyî Şêx Bedredîn dikim

Ez dibim şahîdê li sêdaredana wî

Ez li wî temaşe dikim û dibêjim!

Ez jî di riya heqê de bi tere me

Ez jî rêhevalê Borkluce û Torlak Kemal’im

 

Di wê kêliyê de Manî porê min dike kezî

Û ez li kêlek jina çeleng Denag dibim şopdarê Manî

Ez ji bo Hellacî Mensur digirîm

Ji ber ku nim  jî bi wî re li çarmixê didin

Lê bi înad ez jî bi wî re dibêjim’’ÎN EL HEQ’’

 

Paşê diçim çiyayê ELBURZ’ê

Bi Zerdûşt re dikevim înzivayê

Û li wê derê rastî û şaşî, tarîtî û RONAHÎ çiye ez fêr dibim

 

Weke ku di xewnêkê da bim

Diçim ÎMRALIYÊ

Û ez ji rêberê xwe re dibêjim

RÊBERÊ MIN:ez zarokêkim

Û tenê tu dikarî min fêrî jiyanê bikî

Ez keçek kurdim

Asême,bi cesaretim,lê her tiştê min ji dest min hatiye girtim

ÎMRALÎ dibe agirgeha min

Û ez bi wê agirê qirêjiya bi hezarê sala di xwe dişewitînim 

Û ez ber bi riya azadiyê ve dimeşim

Êdî kî dikare li pêşiya min bibe kelem?

Ji ber ku êdî ez di riya azadiyê de me

Her çiqas laşê min qet qetî be jî

Ez bi evîna xwe re dikim yek

Bi înad ber  bi azadiyê ve dimeşim

Bê sekin ez dibezim ber bi heqîqetê ve

Di  her gavek xwe de ez xweşiktir dibim

Û çavên min dibiriqin

Ez dibim rêhevala rojê

Û digihîjim stêrkên xwe

Li wê derê em hemû bi hev re qîr didin

Yan azadî yan azadî

Wê demê dinya bi sloganên  BIJÎ SEROK APO diheje

Û em zarokên rojê dibin hêviya hemû mirovahiyê û gerdûnê.

Zîlan Zinar

 

 

 

Wana jî binêrin wê baş be

Deriyê Firatê Kelha Duser (Caber)

Kelha Caber an jî binavê xwe yê berê Duser. Kelha Duser hezar û 400 sal …

Comments are closed.