Sereke / Nivîs / Sêyemîn Salvagera Şehadeta Tekoşer û Mamsoteya Zimanê Kurdî Viyan Amara

Sêyemîn Salvagera Şehadeta Tekoşer û Mamsoteya Zimanê Kurdî Viyan Amara

jpeg

Dema însan bixwaze lêgerîna azadî, exlaqî, hezkinirn û hemêzkirina jiyanê bike wê vegerandina  li dîroka mirovahiyê  be. Hevala Viyan jî  yek ji wa germahiya ku li pêy dîroka kurdistanê û tevahî mirovahiyê diherikî . Viyan bi serkêşiya jinê dest bi mezinbûnê û xwedî derketina li rûmeta gelê xwe , û xwdî derketina li jina ku bi hezaran salane ku   koleye  derket.Hevala Viyan tehemûlî vî tiştî nekir  û bi temenkî bi çûk tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Demeke dirêj li çiyayê kurdistanê ma, û gelekî li ber xwe da , lê piştî ku li Rojavayê kurdistanê bihara gelan dest pê kir , wê nekarîbû xwe bigirta pêşniyara xwe kir ku were Rojava, ew jî hat  qebûlkirin .Dema ku  hat, li  Rojava şer hebû lê ewqas ne zêde germbû, wê demê şoreşa ziman jî dset pê kiribû .

Ew hevala Batofa hatin Kobanê civînek  çêkir ji me re got ev hevala kê bi were kar bike , dema ku min cara yekem ew dît  min gelekî heyecan jê  girt.Dema ku mirov  li rûyê hevala Viyan mêze dikir tiştek têde hebû ku , hema ku çi di dilê te de hebe tu dixwazî pê re par vebikî . Ez nizam çi bêjim li ser heval Viyan ,dema ez difikirim tiştekî binivîsînim mêjî min disekine ziman lal dibe û  pênûs dicemide.  Piştî demek derbas bû , li Kobanê  şoreşa 19’ê TÎRMEHÊ dest pê kir, ew jî tevlê bû .  Kar û xebata Saziya zimanê kurdî gelekî bi pêş  xist  .Di sazî de her dem havalên jin didan pêş hevalên xort her tim jê re digotin, çima tu her tim hevalên jin didî pêş. Wê jî bersiv da û got :ji ber ku jin pêşengê jiyanê ye. Ji ber vê  yekê dibe  jin her dem li pêş be.

 

jpeg1Di şehîd Viyan de taybetmendiyeke pir xweş hebû ku bi her kesî re dibû heval bi zarokan re     bi dayîkan re  bi xıtyan re bi keç û xortan re bi her kesî re hevaltî dikir ,û tu carî xwe ji kesî cudatir nedikir xwe dikir dilê her kesî mêze dikir ku pirsgirêkeke heye hemen çareser dikir . Hevala Viyan her tim ji min re digot ger jin ji bedenê xwe şerm neke ji ber ku jin ji bidena xwe jiyanê diafirîne wê her tim  lêgerîn   li ser jinê dikir.Ji ber ku jin di hundurê xwe de enerjiyeke herikbarkirî dihewîne û bê sînor dide karkirin.Hevala Ew jî yek ji wan  jinan bû .

 

Hevala Viyan ji bo saziya ziman û xwendevanên dibistana  her tişt  dikir ku pêş bikeve , li Kobanê dibistana sîstemê ezmûnên refên nehan û bekeloriya ,piştî 19’ê Tîrmehê nedikir.Lê hevala Viyan ev tişt qebûl nedikir ku xwedevan bê xwendin bimînin.Ji ber vê yekê hevala Viyan dest bi xebat   kir ku ezmûnan ji xwedevanan re bike.

Ji bo vê jî heval Viyan kete nava liv û tevgerê , û ezmû dan dest pê kirin . Di nîvê  ezmûnan de sersala 19’ê Tîrmehê hat,ezmûn hatin seknandin ji bo ku pîrozbahiya 19’ê Tîrmehê   hazır be .Bejna xwe bi cil û bergên kurdî xemilan bi kêfxweşî û coşeke mezin tevlî pîrozbahiyê bû .Bû sibe min dît ku di nav gel tiştek tê gotin heye.Em hemû mamoste çûn saziya ziman, me dît ku hevala viyan hazirtî dike ku biçe min jê pirsî çi heye ,bi rûyekî ken got:Ez kê biçim şer ji ber ku li gundê Kendalê yê girêdayî GIRÊ SPÎ şer heye. Me jê re got:lê ezmûnên şagirtan ,ji me re got hûn mamosten e,hûn şagitê û hevalên  min in hûn tu carî pênûsa min li erdê nahêlin.

Me jî pênûsa wê li erdê nehîşt û me ezmûn berdewam kirin. Nêzî hefteyekê li şer ber xwe da, û me jî ezmûn bi dawî kirin.Di şer de telefone mamosteyê me Aras kiribû jê re gotibû:mebe zilam  heta ku ez tên ,wî jî soz dabû ku nebe zilam . Ji min re her dem digot:Ger ku miro bi biryara xwe ve girêdayî be heta dawîyê ,wê her dem bi ser bikeve, ev tişt her dem ji min re digot :Ez ji şihadetê natirsim,lê ez tirsim berî şehîd bikevim ku ez serokê xwe nebînim,ji ber

jpgBejna xwe bi cil û bergên kurdî xemilan bi kêfxweşî û coşeke mezin tevlî pîrozbahiyê bû .Bû sibe min dît ku di nav gel tiştek tê gotin heye.Em hemû mamoste çûn saziya ziman, me dît ku hevala viyan hazirtî dike ku biçe min jê pirsî çi heye ,bi rûyekî ken got:Ez kê biçim şer ji ber ku li gundê Kendalê yê girêdayî GIRÊ SPÎ şer heye. Me jê re got:lê ezmûnên şagirtan ,ji me re got hûn mamosten e,hûn şagitê û hevalên  min in hûn tu carî pênûsa min li erdê nahêlin. Me jî pênûsa wê li erdê nehîşt û me ezmûn berdewam kirin. Nêzî hefteyekê li şer ber xwe da, û me jî ezmûn bi dawî kirin.Di şer de telefone mamosteyê me Aras kiribû jê re gotibû:mebe zilam  heta ku ez tên ,wî jî soz dabû ku nebe zilam . Ji min re her dem digot:Ger ku miro bi biryara xwe ve girêdayî be heta dawîyê ,wê her dem bi ser bikeve, ev tişt her dem ji min re digot :Ez ji şihadetê natirsim,lê ez tirsim berî şehîd bikevim ku ez serokê xwe nebînim,ji ber ku ez naxwazim ev ,hesret di dilê min de bimîne.Her çiqas mirov di dirêjahiya dîrokê de bigere û rûpelên dîrokê biqulibîne mirov rastî şopên afrîneriya şoreşa civakî û mirovahiya ku dergûşa şaristaniya dayîka xwedawend a ku temsîlava eşq û rojê dike tê û ev şop dibe kombûyîna mirovahiyê.Di hest vê dergûşa zêrîn de dibe şaxek zêrîn di herikîna çemê dîrokê de .Ev pêkhatin bi pêşengtiyeke xwezayî û gerdûnî ya ku jin bi mêjiyê xwe yê hisî ve bi pêş dixîne û digihêjîne şoreşeke efsaneyî û destanaweriyeke ebedwerî.Enerjiya ku wê diafrîne ji ber ku her tim xwe bi xwezayê re dikir yek û têkiliya xwe xort kiribû bi xwezayê re.

Di hest vê dergûşa zêrîn de dibe şaxek zêrîn di herikîna çemê dîrokê de .Ev pêkhatin bi pêşengtiyeke xwezayî û gerdûnî ya ku jin bi mêjiyê xwe yê hisî ve bi pêş dixîne û digihêjîne şoreşeke efsaneyî û destanaweriyeke ebedwerî.Enerjiya ku wê diafrîne ji ber ku her tim xwe bi xwezayê re dikir yek û têkiliya xwe xort kiribû bi xwezayê re.

Pitî ku   demeke kin di şer de ma,di şer de hem şer xwe li hemberî dijmin dimeşn û hem jî bi hevalên xwe alîkarî dikir, birînên wan derman dikir,her timî hevalên xwe ji şehadetê xilas dikir.Tu carî bi xwe nedifikirî .Dem Havîna 19’ê Tîrmehê bû,ez li malê bûm cîranê me hat mala me û ji min re got:Hevala Viyan şehîd bûye, çavên min fereh bû û min jê re got: Ez bawer nakim ku Viyan şehîd bikeve.  Nizanim ez çawa gihiştim mala gel ,min dît ku gel li wir kom nebûye ,min ji gel pirs kir ku şehîd birine ku derê ,ji min re gotin birine Helincê. Min berê xwe da wir gel li wir pir bû hîn cinazeyên şehîdan nehatibûn ,carekê min dît ku cinazeyê Viyan û Rustem hat hingî min bawer kir ku şehîd ketiye. Hevala Viyan bi serkêşiya jina azad gehîşte asta şehadetê.Di.26.7 .2013’ê Tîrmehê. Her dem digot ger ez şehîd bûm navê min nekin Viyan Amara, bikin Viyan Kobanê,û cinaziyê min mebin Bakur,min li Kobanê veşêrin. Me jî wesiyeta wê anî cih,şehîd namirin tu carî ji dil û mêjiyê me dernakevin her dem bi me re jiyan dikin.

Hevala Viyan bi serkêşiya jina azad gehîşte asta şehadetê.Di.26.7 .2013’ê Tîrmehê. Her dem digot ger ez şehîd bûm navê min nekin Viyan Amara, bikin Viyan Kobanê,û cinaziyê min mebin Bakur,min li Kobanê veşêrin. Me jî wesiyeta wê anî cih,şehîd namirin tu carî ji dil û mêjiyê me dernakevin her dem bi me re jiyan dikin.

 

Navenda Ragıhandına YPJ’Ê

26-Tirmeh- 2016

Wana jî binêrin wê baş be

Deriyê Firatê Kelha Duser (Caber)

Kelha Caber an jî binavê xwe yê berê Duser. Kelha Duser hezar û 400 sal …

Comments are closed.