Sereke / Daxuyanî / Şervanên Xezeba Firatê 25 km pêşve çûn

Şervanên Xezeba Firatê 25 km pêşve çûn

%d8%aa%d8%ad%d8%ab%d9%84

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li eniya Silûk 25 km pêşve çûn. Li eniya Eyn Îsa jî gundek û 3 mezre rizgar kirin.

Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê di roja xwe ya 5’emîn de didome. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di vê navberê de firehiyek mezin ji gundewarên bakurê Reqqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Şervanên Xezeba Firatê ku li eniya Silûk pêşve diçin, duh piştî ku gundê El-Heyawî rizgar kirin, pêşveçûna xwe domandin. Şeva din heya seatên vê sibehê şervan 10 km din pêşve çûn. Bi vê yekê re, li vê eniyê ji destpêkirina hemleyê heya niha Xezeba Firatê 25 Km pêşve çûye.

Çeteyên DAIŞ’ê îro di seat 09.00’an de bi tirimpêleke bombebarkirî êrîşî bereyên şervanên Xezeba Firatê yên li rojavayê gundê El-Heyawî kirin. Şervanan tirimpêl 500 m dûrî bereyên xwe teqandin.

şeva din şervanên Xezeba Firatê li vê eniyê gundê El-Mecîd û 3 mezreyên din ên li rojhilatê Eyn Îsa ji çeteyan rizgar kirin.

Pevçûnên li van herdu eniyan didomin.

Duh şervanên Xezeba Firatê gundên Ebdullah, El-Etiye, Celîl, El-Qedriye û Ebdullhadî yên li başûr rojhilatê Eyn Îsa û gundê El-Heyawî yê li başûrê Qenterî ji DAIŞ’ê rizgar kiribûn

9 Mijdar 2016.

Wana jî binêrin wê baş be

WENE‬

Fermandariya Giştî ya YPJ: Vejîna Berxwedana Jinan Du Sal Li Pey Xwe Hişt

Ji Çapemenî û Raya Giştî re: Berxwedana sed salê, berxwedana Kobanê, ku di Şoereşa Rojavayê …

Comments are closed.