Sereke / Nûçe / Şervanên Xezeba Firatê Hem Şer Dikin, Hem Jî Alîkariya Gelê Koçber Dikin

Şervanên Xezeba Firatê Hem Şer Dikin, Hem Jî Alîkariya Gelê Koçber Dikin

Şervanên Xezeba Firatê pêşketinên xwe ber bi bajarê Raqqayê ve berdewam dikın. Di nav her du rojên derbas bûyî de şerekî pir dijwar qewimî. Lê belê şervanan bi berxwedaniyeke mezin hemû êrîşên çeteyan şikandin û gelek mezre û gund rizgar kirin .
Di nava vî şerî de gelê ku ji ber zilma DAIŞ’ê reviyabûn û li ber serma û seqema zivistanê de diman îro li gundê Bîr Xinis şervanên Xezeba Firatê, alîkariya gel kirin û pêwîstiyên wan ên av û xwarinê pêk anîn. Piştî ku alîkarî xilas bû, gel kêfxweşiya xwe wiha anîn ziman ”Yê ku em ji bin zilma DAIŞ’ê derxistin û xilas kirin,şervanên Xezeba Firatê bû”.Di dawiyê de dayîkan bi dua û tilîliyên xwe şervan hembêz kirin.


Navenda Ragihandina YPJ
16 Mijdar 2016

Wana jî binêrin wê baş be

bc4294b98798ad318b8a2ec0193bf5d728999476c027e16c85pimgpsh_fullsize_distr

Yekem Salvegera Şehedata Şervan û Rojnamavan Arîn Cudî

Bi xwîna şehîdên rojnamevan, hemû deriyên rastiyê vebûn. Bi destpêkirine şoreşa Rojavayê Kurdistanê, jina kurd …

Comments are closed.