Jin nasnama jiyan ye û xwedî derketina li jinê, xwedî derketina li civak û mirovahiyê ye.
Dibêjin tu li kur wenda bikî, tê li wir bibîne. Mirovahî û civaka ku bi destê jinê hatiye avakirin, îro ji milê mêrê desthildar ve li hemberî hemû cûreyên qetil û xirakirinê tê. Di hundirê vê texerîb de, mirova herî xwedî ked, afrîner, aşîtîxwaz, fêrker û parastina jiyanê dike jin e. Lê belê ya herî ku tê kuştin, tunekirin, tecewîzkirin û tundî li ser tê kirin di milê mêjî , ruhî û fêzîkî dîsa jine. Jin û jiyan ku bi destê mêrê desthildar hatiye perçiqandin wê tenê bi destê jina têkoşer û serhildêr ava bibe. Dîroka ku bi jinê destpê kiriye wê çareseriya xwe di hembêza wê de bibîne.
Çavê wê digirin û nefesa wê diçkînin û dibêjin tu milk û namûsa minî bê ku weke miroveke xwedî fikir û hîs lê meyze bikin. Sedema sereke ye ku di hêla mêr bi hêztir bibe û destdirêjiya xwe zêdetir bike, bê dengiya jinê ji tundî û tecewîzkirina ku li ser tê kirine.
Bawerî bi hêz û îradaya jin, ji zanbûn û hezkirina cinsê xwe û fikirê azad tê û yê ku dawiya vê şîdetê û kolatiyê bîne, ew zanbûn jinê ji cins û erka xwe re ye. Ev yek jî wê bibe sedema hilweşandina erşê mêr desthildar, Lewma mêr her tim dixwaza jinê nezan û bê xwendin û kole bimîne.
Bindestiya 5 hezar sal ya ku jinê weke qeder ji xwe re dît û qebûl kir, îro ber bi tunkirinê ve diçe. Bê gûman şoreşa jinê avakirina qeder, civak û jineke nû ye. Ya ku îro şoreşa jinê zindî kir û dîroka wê vegerand, tola hemû jinan rakir û dengê jinê gihand hemû cîhanê YPJ’ê bû. Bi têkoşîna Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê ya ku li ser esasê felsefeya jina azad şer dike, wê ev qeder bi dawî bibe. Îro şervanên YPJ’ê rêya hazaran jinên têkoşer û serhildêr dişopînin. Ji her sê xwîşikên Mîrabal bigire heta Zîlanan, Sakîneyan û Arînan , bûne bersiva herî bi hêz ji hemû cûreyên şîdet û kuştina jinê re. Têkoşîna wan di qadên şer de, bi xwe re pir pêşketinên girîng anîn û bû sedema rizgarkirina bi sedan jin ji destê çeteyên DAIŞ’Ê.
Navenda Ragihandina YPJ
25 Mijdar 2016