Sereke / Pakrewan / Şehîda Berxwedana Xezeba Firatê (Agirî Kobanê)

Şehîda Berxwedana Xezeba Firatê (Agirî Kobanê)

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

Pêngava Xezeba Firatê di 5.11.2016’an de despêkiribû, di vê pêngavê de gelek hevalên me bi qehremanî şer kirin li hemberî hêzên tarî û destanên dîrokî nivîsandin.

 

Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ bi rolek aktîv bejdarî pêngava duyemîn ji hemla Xezeba Firatê bû, di gelek şer û pevçunên dijwar de rolek mezin girt li ser milê xwe. di encama van şerên giran de 5 hevalê me gehîştin şehadetê.

Çar hevalên me di gundê Çabir de û hevalek me jî gundê Teraqayê de yên girêdayî Reqayê gihîştin şehadetê.

Di pêngava Xezeba Firatê de Hêzên Sûrya Demokratîk (QSD) yên YPG/YPJ wek du hêzên sereke di nav de xwe bicih kirine bi dehan gundên stiratejîk ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirine, herî dawî jî gundê Teraqa û Cabir hatin rizgarkirin, ev herdû gund ji bo çeteyên DAIŞ’ê gelek stiratejîk bûn, mirov dikare bêje bi rizgarkirina van gundan çeteyên DAIŞ’ê derben mezin xwarin.

Weke Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ di serî de ji malbata şehîdan, em ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Şehadeta wan hevalan behaneyek din e ku em soza tolhildan û bihêzkirina têkoşîna şehîdan nû bikin û li pey şopa wan li hember êrîşan li ber xwe bidin.

 

Nasnameya pakrewanan wiha ye:

1482674000-000007Nav û Paşnav: Agirî Kobanê

Navê Rast: Zelal Osm

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Mustefa

Cihê Ji Dayikbuyînê: Kobanê 

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa. Cabir 24.12.2016

 

Navenda ragihandina YPJ

25 Kanûn 2016

 

Wana jî binêrin wê baş be

ji-bo-sehidan

Şehîda Xezeba Firatê Xwînda Şêrzan

Pêngava Xezeba Firatê ku zilm û terora DAIŞ’ê di navenda wê, li Reqqayê hedef digire …

Comments are closed.