Sala 2016’an bi berxwedaniyê destpêkir û bi serkeftinê dawî bû. Bû sala azadî û rizgarkirina jinan, Ji ber ku di vê salê de bi hezaran jin û zarok ku di bin zilma DAIŞê de bûn, bi destê şervanên YPJ’ê rizgar bûn. Ev yek jî bû sedema tevlîbûne sedan keçên kurd, ereb, sûriyan û jinên ji netewên din di nav refên YPJ’ê de.
Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi lehengî li hember hemû kiriyarên terorîst ên DAIŞ‘ê û hevalbendên wê yên li ser Sûriyê bi giştî û bi taybet li ser jinan sekinîn.
Navenda Ragihandina YPJ
31 Kanûn 2016