Sereke / Daxuyanî / Şervanan 8 Gund û 5 Gundik Rizgar Kirin

Şervanan 8 Gund û 5 Gundik Rizgar Kirin

qala-cabir-hat-rizgarkirin-9

Hemleya Xezeba Firatê bi hemû lezbûna xwe didome. Di baskê başûr-rojavayê Eyn Îsa 8 gund û 5 gundik hatin rizgarkirin. Li bajarokê Suwediyê yê nêzî Bendava Tebqa şer bi dijwarî rûdidin.

Pêngava duyemîn a Hameleya Xezaba Firatê bi rizgarkirin gundan û erdnîgariyek fireh didome. Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji fermandarên Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê girtiye, du baskên ku 31ʹê kantûnê ji Eyn Îsa tevlî hemlê bibûn gundên Nasiriye, Um Hecera, Bir Erdarî, Tellac, 4 gund û 5 gundikên navê wan nehatin zanîn rizgar kirine.

Li Suwediyê şerên dijwar rûdidin

Piştî Kelha Duser (Caber) hate rizgar bû, şervanan berê xwe dan bajarokê Suwediyê li vir şerên dijwar dinavbera şervanên Odeya Çalakiyan ya Xezaba Firatê û çeteyên DAIŞ’ê rûdidin. Hate zanin di şerê vir de hejmarek nediyar çete hatine kuştin.

6 Çile 2017

 

 

Wana jî binêrin wê baş be

WENE‬

Fermandariya Giştî ya YPJ: Vejîna Berxwedana Jinan Du Sal Li Pey Xwe Hişt

Ji Çapemenî û Raya Giştî re: Berxwedana sed salê, berxwedana Kobanê, ku di Şoereşa Rojavayê …

Comments are closed.