REQQA –Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Siwêdiye Xerbî ku çeteyan wekî naveneke êrîşan bikar tanîn, rizgar kirin.
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Siwêdiya Xerbî ku ji şevê din ve şerekî dijwar lê diqewime rizgar kirin.
Çeteyên DAIŞʹê gundê Siwêdiye Xerbî di êrîşên xwe de wekî bargeheke serke bikar tanîn. Ev gund 4 kîlometreyan dûrî gundê Ceber Şerqî ye û çeteyan ev gund di êrîşên xwe yên li ser gundê Ceber de wekî navendeke serke bi kar tanîn. Hate zanîn ku di pevşûnên ji duh û heta vê sibê ku li gund qewimî 32 çeteyên DAIŞʹê hatin kuştin.
7 Çile 207.