Sereke / Nûçe / Çeteyan Derbeyên Giran Xwarin, 46 Çete Hatin Kuştin

Çeteyan Derbeyên Giran Xwarin, 46 Çete Hatin Kuştin

img_5973-%e2%80%ab%e2%80%ac

 

REQQA – Êrişên çeteyên DAIŞ li dijî gundê Suwediya Xerbî bi temamî hatin şikandin, 46 çete hatin kuştin.

 

Çeteyên DAIŞ`ê êrîşî gundê Cib Şêîr ê ku başur-rojavaya Eyn Îsa dikeve, kirin. Li ser bersivdayîna şervanan li derdora gund şerên dijwar diqewimin.

Çeteyan li Suwidiya Xerbî derbeyên giran xwarin

Gundê Suwediya Xerbî ku di 7`ê çil de  ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê hate rizgarkirin, çeteyên DAIŞ`ê êrîşên dijwar anîbûn ser gund. Li ser bersivdayîna şervanan li derdora gund şerên dijwar rû dan.

Şerên ku sê roje dewam kir şervanan derbeyên giran li çeteyan dan.  Di encama şerê sê rojan de hemû êrîşên çeteyan hate şikandin û 46 çete hate kuştin. Li gora agahiyan şervanan destdanîn ser hejmarek zêde ji cebilxaneya çeteya.

10 .Çile 2017.

Wana jî binêrin wê baş be

bc4294b98798ad318b8a2ec0193bf5d728999476c027e16c85pimgpsh_fullsize_distr

Yekem Salvegera Şehedata Şervan û Rojnamavan Arîn Cudî

Bi xwîna şehîdên rojnamevan, hemû deriyên rastiyê vebûn. Bi destpêkirine şoreşa Rojavayê Kurdistanê, jina kurd …

Comments are closed.