REQQA – Êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li ser gundê Cib Şeîr bi temamî hat şikandin û 6 mezre hatin rizgarkirin.
Çeteyên DAIŞ`ê îro danê sibehê êrîşe gundê Cib Şeîr kirin. Li ser bersivdayîna şervanan şerên giran rû dan. Di encama berxwedana şervana de êrîş bi temamî hat şikandin. Di şer de ji çeteyên êrîşkar 5 hatin kuştin û cenazeyên 4 çeteyan ketin destê şervanan.
Her wiha erebeyekî bombebarkirî ji aliyê şervanan ve hat rûxandin. Şervanan dest dan ser 4 kilaşînkov û 400 mermiyên wê, 5 bombeyên destan û sê bêtil.
Piştî ku êrîş hat şikandin şervanan ji 3`yê aliyan ve ketin tevgerê û 6 mezreyên derdora gundê Cib Şeîr ku navên wan nehat zanîn ji çeteyan rizgar kirin.
Ji aliyekî din ve jî, li baskê Qadiriyê piştî êrîşa çeteyan li ser gundê Suwidiya Xerbî hat şikandin, şervanan berê xwe dan gundê Kermanco, mezreya Alî Omer û Derwîş ên ku dikevin rojhilatê gundê Kerwan û şer heta vê kêliyê di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ`ê rû dide. Çeteyên derbeyên giran dixwin.
10 Çile 2017.