Sereke / Daxuyanî / Fermandariya Giştî ya YPJ: Vejîna Berxwedana Jinan Du Sal Li Pey Xwe Hişt

Fermandariya Giştî ya YPJ: Vejîna Berxwedana Jinan Du Sal Li Pey Xwe Hişt

Ji Çapemenî û Raya Giştî re:

Berxwedana sed salê, berxwedana Kobanê, ku di Şoereşa Rojavayê Kurdistanê li ser erdnîgariya Kobanê rû da bû weke sembol û li cîhanê belav bû.

Di vê berxwedaniyê de li hember dagirkeriya DAIŞ û dagirkeriya ji derve di şexsê jin û gelê Kurd de berxwedaniyekî dîrokî û netewî hate meşandin. Yên ku ji vê berxwedaniyê re bi qehremantiyeke mezin pêşengtî kirin, ji bo ku Kobanê têk neçe û rihekê fedayî nişan da Yekîneyên Parastine Jin YPJ bûn. Di vê munasebetê de, em di şexsê rêheval Destîna Başûr, Jiyan Rojhilat, Gulan Batman, Zehra Penaber, Uzgûr Efrîn, Mediya, Zozan, Rêvan û Arîn de hemû şehîdên Şoreşa Kurdistanê bibîr tînin.

Her wiha em di vê roja pîroz, roja rizgarkirina Kobanê rola gelên xwe yên bakurê Kurdistanê ji bîr nakin, bi saya piştgiriya we û rakirina ciwanan ji sînorê dagirkeran re, berxwedana Kobanê bû warê yekitiya Kurdan li her çar aliyên Kurdistanê. Ev yek jî bandoreke pir mezin li cîhanê kir û tevlîbûneke çalak di nav refên YPJ û YPG de çêkir.

Her wiha hemû şehîdên enternasyonalîst, yên wek Sariya, ku bi qeheremantî şerkirin û şehîd ketin bi bîrtînin û bi rêzdarî hemû şoreşgerên cîhanê yên ku di Kobanê cihê xwe girtin silav dikin.

Bi pêşengtiya şervan û fermandarên Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina YPJ û bi saya Gulan, Uzgûr, Gelhat, Rodî, Kendal û bi sedan mîna wan hevalan dagirkeriya derve bê bandor kirin û dagirkeriya DAIŞ li Kobanê şikandin.

Di vê berxwedaniyê de her tişt zelal bû. Di serî de xeta faşîzm û dagirkeriyê têk çû û xeta Netewa Demokratîk, Fedrasiyona Demokratîk, azadî, berxwedana jinan û gelan bi serket û dîroka ji nû ve hate nivîsandin.

Di nava vê berxwedaniyê de bêgûman berxwedana Serzorî xwedî wateyekî mezin e. Serzorî bû wek sembolekê ji berxwedana Kobanê re, di şexsê 11 hevalan de, Peyman Viyan, Rodî, Delîl ku du rojan de berxwedaniyekî mezin pêşxistin û di dîrokê de navên xwe bi tîpên zêrîn neqişandin.

Weke berdewamkirina berxwedana Kobanê, pêngava Hol, Şedadê hat destpêkirin, dîsa ji 30 hizêranê de Pêngava Minbicê hat destpêkirin, têde jî heval Koçerîn çalakiya fedayî kir, dîsa heval Şîlan û heval Bengî û bi dehan hevalên jin yên ku bi xwîna xwe, bi sedan jinên Êzîdî û Ereb ji destê DAIŞê rizgarkirin. Ev yek ji rihê berxwedana Kobanê ne qut bû.

Aniha jî pêngava Reqqayê dewam dike û bi sedan fermandar û şervanên YPJ cihê xwe di nav de digirin, heta roja îro pir pêşketin derketin holê. Ev pêngava ku bi armanca avakirina jiyana demokrat û wekhev hatiye destpêkirin.

Bi armanca ku em keseyata jina azad ava bikin, emê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Dîsa em vê rojê li hemû şervanên YPJ û YPG, gelê Kurd, jinan û şoreşgerên cîhanê pîroz dikin û soza şopandina xeta Arînan, Rêvanan, Ozgûran û Gelhatan didin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)

26 Çile 2017

Wana jî binêrin wê baş be

wene

Navenda Çeteyan a Êrîşan Hate Rizgarkirin

REQQA –Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Siwêdiye Xerbî ku çeteyan wekî naveneke êrîşan …

Comments are closed.