Sereke / Nûçe / Yekem Salvegera Şehedata Şervan û Rojnamavan Arîn Cudî

Yekem Salvegera Şehedata Şervan û Rojnamavan Arîn Cudî

Bi xwîna şehîdên rojnamevan, hemû deriyên rastiyê vebûn.

Bi destpêkirine şoreşa Rojavayê Kurdistanê, jina kurd di warê ragihandinê de, pir pêşketin bi dest xistin, da ku bibe parçeyek ji rastiye berxwedan û şoreşa Rojava, ya ku roleke pir girîng leyîst di şerê hemberê hêzên teror yên ku bi aweyekî berferh di rojhilata navîn de belav bûbûn. Dîsa ya ku pêşengtiye vê yekê kir, jina rojnamevan ya ku cihê xwe di nave YPJ de digirt. Rûxmî hemû zorahî û rîskên wê şervanên YPJ dikarîn wan hemû astengiyan derbas bikin û bibin sembolên rastiyê di warê ragihandinê de. Şehîdên mîna Agirî, Arîn û Eylûlan,  yên ku canê xwe fedayê heqîqetê kirin.

Em îro yekem salvegera şehedata şervan û rojnamevan Arîn Cudî bi bîrtînin. Ev şervena ku di  navbere du dijminan de kom kir, yek jê çeke ku pê li hember dijmin şerê fêzîkî dikir, yê din jî kamîra û pênûs bû ku pê şerê fikirî û siyasî dikir, da ku dengê şoreşa Rojava ya ku bi şorşa jinê tê naskirin, ji tevhiye cîhanê re ragihînê.

Şehîd Arîn ji wan rojnamevanên aktîv bû, yên ku roleke pir mezin leyîst, di şopandine bûyer û pêşketinên şoreşê de. Ne tenê ji ber ku weke jinekê pirsgirêkên civak û welatê xwe dizanê, di heman demê de ji ber ku di tecrubeya xwe ye di warê ragihandinê de, îsbat kir bû, ku jin tenê dikarê rastiya têkoşîn jinê di cepheyên şer de derxîne holê.

Şehîd Arîn di meşa xwe ya şoreşgerî de, di nav refên YPJ de, gaveke pir mezin di warê ragihandina leşkerî de avêt,. Wê rastî jî karî, bi rêya kemîra xwe ronhiyê avêje ser şoreşa Rojava.

Her wiha  xwedî roleke aktîf bû, di çareserkirine pirsgirêkên jinê de û dîsa hevkarî kir da ku berxwedana şervanên YPJ û YPG belav bike. Ji bo vê yekê jî her tim îsrar kir ku di cepheyên herî pêş de cih bigire, heta ku  di1 Şibate 2016’an de gihişt şehedatê.

Şehîd Arîn herdem piştrast kir li ser rola erênî ya ku jin di warê ragihandinê de dikarê bike, di pêvajoya avakirine jin de. Wekî din her tim xebitî li riyê û rêbêzên nû ye ku piştrast dike ku her kes dengê jin dibihîse.

Jinên rojnamevanên yên ku navên we ji agirê ku li ser alan navdartir bûye, di şopandine bûyerên ewlekariyê û şeran de, rûxmî hemû rîskan, bûne agir û ronahiya azadiyê û rê li pêşiya mêjîreşan vegerin.

Navenda Ragihandina YPJ

1 Şibat 2017

 

Wana jî binêrin wê baş be

66

Êrîş Hat Şikandin, 6 Mezre Hatin Rizgakirin

REQQA – Êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li ser gundê Cib Şeîr bi temamî hat şikandin û …

Comments are closed.